په‌یوه‌ندیپه‌رتووکخانه‌ئێمهلینکئه‌رشیفنووسه‌رانده‌سپێک

 

 

 

 

DAXIYANÎ BO RAYA GIŞTÎ

.DI SALVEGERA KARESETA QAMISHLO DE

 

 

Roja 12 avdarê çaremîn salvegera kareseta ku desthilata ( BE،ES ) ya şovînî li dijî miletê kurd dest pê kiribû li yarîgeha bajarê Qamişlo , ku zu belavî herêmên kurdî yên din bûbû , ewê karîseta ku (28) kurd şehîdkiribû , û li şûn xwe bêtir ji (500) birîndarî hiştibû ji wan birînên wan pir kur û dijwar bûn , herwiha jî mal dikanên wan jî bi destê asayişê dewletê hatibûn talankirin , û bi hezaran girtî birin zîndana tenê ji ber ku kurd bûn

Evê pîlanê di roja ( 12.3.2004 ) dest pêkiribû li ser bingeha lîstika fotbolê dinavbera tîmê bajarê derezorê ( FITIWE ) û tîmê bajarê Qamişlo ( CÎHAD ), ku mixabin berî lîstik dest pêbe , tîmê dêrezorê û piştgirên wan yên çekdar , ku biwan re hatibûn , kirin şer û pevçûn biriya hildana siloganên şovînî li dijî miletê kurd û dijî serokên wan li kurdistana îraqê , û piştgîriya SEDAM û destekên wî dikirin , ji bo ku cemawerê kurd yên ..hatibûn temaşeyî lîstikê û piştgêriya tîmê xwe yê ( CîHAD) , wan aciz bikin

Hêzên asayiş ku gereke ew kesên Ereb yên şerxwaz bisekinandane , çûn bi rengekî eşkere li alê tîmê ( FITIWE ) sekinîn , û dest pêkirin gule barandin bi fermana tewanbar ( Selîm Kebûl ) parêzgerê parêzgeha HISIÇA ) bi ser xelkên kurd de , êdî pîlanê eşkere destpêkir li dijî miletê kurd li sûriya

Şovîniyan bi pêkanîna vê pîlana rûreş dixwestin derbek ji nişkave li kurd bixin ku wan pê bitirsînin , ji ber dibînin ku kurd ketine ber pêla guhertinên ku li diniyayê û li herêma rojhilata navîn pêk tên , û her wiha ezmûna fedralî li kurdistana îraqê  jî , lewma şovîniyan dûvik û destikên xwe ajotin ber bi hildana siloganên tund û tûj de yên ku dijî bercewendiyên miletê kurdin , û ber bi karên xerab mina şewtandin û şikandina dezgehên dewletê , da ku rêcîma şovînî ji xwe re bike behane dizî û kuştina kurdan , û nakokiyek netewî dinav kurd û ereban de bikarbîne , ku liseranserê dîrok bi heskirin û aştî jiyane

Pêwistî gotinê ye ku ev pîlan tevî encamên wê yên xerab  , lê pîlan di pêkanîna armancên xwe de , biser neket û nikarî bû miletê kurd sistbike ji xebata wiye berdewam ji bo hilanîna zor û zilma netewî li ser mile wî , û avakirina sîstemek dîmoqratî li ser bingehek wekhevî û aştî , ku di bin siya vê sîstemê de mafê xwe yên ( Siyasî û Çandî û Civkî ) bi dest bi xe , lê belê vê pîlanê bêtir hiştibû kurd bi hêztir mafê xwe bi parêze û bi hêz li pişt tevgera xwe ya siyasî bi sekine ku ji kêlîka pêşî de di bin nave ( partiyên kurdî  ) de bi hevre xebat kirin , û biserkeftin cemawerê xwe ajotin li dijî vê pîlanê yak u di xwestin hebûna kurd tunebikin di riya meşa li pey siloganên şehirkirî ku bi himbizî di hatin hildan , û tevgerê bi serkeftin karî bû dengê xwe zelal bi gihîne raya niştimanî û cîhanî , û karî bû vê pîlanê tazî bike ku desthilata ( BE،ES ) ya nijadperest bikar anî bû û kêşa kurdî li sûriya kiribû bin ronahiê û daxwaza çareserkirna wê bi rengekî dîmoqratî di kir

Bi vê bîranîna dilêş , û di dema ku em vê karesetê pirotisto û rûreş dikin ku şovîniyan pêkanîne li dijî miletê kurd , em ji aliyên tevgera kurdî li sûriya daxwazdikin ku zû refên xwe bêtir bikin yek û herin ber bi pêkanîna kongirê xwe yê netewî û avakirina lêvegerê ku miletê me ji dereng ve li bendê ye , û astengiyên ku li vir û li wir hene werin rakirin ku dikevin riya vî karî de , û bi dil germî pêwendiyan vekin bi tevgera niştemanî re ku bi dengekî zelal dostan pirtir bikin ji pirsgirêka xwe re div ê meydanê de

 

 

Suleymanî kurdistana îraq : 9.3.2008

 

: Nûnerên Partiyên kurdî û kurdistanî

 

Partiya Demoqrata Kurdistanî Îran

(Pariya Sosyalistî Kurdistan ( P.S.K

Partiya Demoqrata Kurdistan – Bakur

(Partiya Welatparêzên Kurdistan ( P.W.D

(Partiya Azadiya Kurdistan ( P.A.K

Partiya Sazûmanî xebatî Kurdistan

Partiya Azadî Kurdî li Sîriya

Partiya Yekîtî Demoqratî Kurdî li Sûriya

(Partî Demoqratî Kurdî li sûriya ( elpartî

Partî Demoqratî Pêşverû Kurdî li Sûriya