Ji 41 salên bi kar û xebatê barkirî: Rêz û hurmet ji bo Dr. Ismail Beşikçi.
Gabar Çiyan
41 sal berê te gavek ber bi me ve avêt. Me, te bi analîza li ser “Xwepêşandanê Kurdistanê” nas kir. Xwepêşandanê Kurdistanê, anku ”Dogu Mitinglerinin Analizi” bû pirek, û bi rêya pirtûkê, te silav da me…
Te wisa digot ji bo wê xebatê:
”Xwepêşandanê sala 1967 an li Kurdistanê, li ser navê hereketa muxelîf gavek giring bû. Çalakî, bêhtir bi beşdarbûna Kurdên xwende, şoreşger û demokrat pêk hatibû. Di wê xwepêşandanê de giraniya daxwaziyan aborî bûn. Serîhildanên îro, rengê xwe cewaz û muxalefeta xwe guhertî ye. Tevlîbûna girseyî, îşareta şiyarbûna giştî ye. Daxwaziyên îro li ser zanabûnê ava bûye û siyasî ne. Xwepêşandanê 1967 an, qonaxa pêşketina wê demê ji awira civakî û polîtîk ve dide nîşandan. Lewma analîza li ser giring e”.
Rast e. Dîroka me mîna zincîrekê ye, bi xelekan bi hev girêdayî ye. Muxalefeta demokratîk wê demê wisa dest pê kiribû û îro gihiştiye cihek bilind. Qonaxa pêşketî ya îro, girêdana xwe bi ked û xwedana wê demê re heye...
Mamosteyê hêja,
Ne tenê li ser dîroka me, lê belê li ser civata me jî xebatên te yên hêja çêbûn. Dagîrkeriya navdewletî li ser Kurdistanê, bi saya te pir baştir hate fêmkirin. Em bi rêya xebatên te, li ser qanûn û ajotina Kurdan kurtir bûn. Berhemên te bûne rêber, dost û heval…
Dem hat, te, xwepêşandanê Kurdan ji te re bû mijar. Bilindbûna şerê netewî li başûr û rojhilat derêxist pêş. Carna jî piştgiriya gerîla kir. Te, hêz û ronakbîrên kurdan ji bo helwêstên wan yên neyênî rexne kir. Car çêbû, rexneyên wan li te bariya…
Te beşek ji jiyana, ji bo me di zindanê de derbas kir. Tu hate girtin û mehkûm kirin. Di di tariya zindanê de jî tu bûyî ronahî, te dora xwe ronî kir. Di rojê girtin û zindanîkirinê wezîfeya me bû ku em te jibîr nekin. Te tenê nehêlin. Bêhtir xwedî li te derkevin. Hewildanên me herdem çêbûn. Lê kêmasiyên me jî hebûn. Bibûhure ji bo demê wisan…
Û hezkirin, bikaranîn û parastina zimanê kurdî ji te re herdem bû mijarek giring. Îro jî hayê gelek kesan ji xweşbûn û bilindbûna zimanê Ehmedê Xanî tune ye. Îro jî gelek ji niwênerên me, tirkîaxêf in, û hizirkirina bi tirkî, anjî erebî û farisî bûye bela serê me.
Mamosoteyê min,
Gelek spas ji bo 41 salî û ji bo keda te. Ji bo analîzên te yên hêja. Ji bo rojên di zindanê de. Ji bo sebra xanima te. Ji bo tebîniyên te…
Em gelekî hez ji te dikin. Bi hebûna te, dostaniya te, û dilê te yê paqij serbilind in. Gelek spas ji bo 41 salan ku tev bi ked û xebatên cewaz barkirî ne. Spas ji bo xebatên te ku ketine xizmeta netewa me. Destê te xweş û em jiyanek bi sihet û dirêj ji te re dixwazin.
Tebînî: Kesên ku bixwazin bi munasebeta 41 saliya xebatên Dr. Ismail Beşikçi, jê rê mesajê rê bikin, dikarin bighêjînin destê me.
Zarathustra News
|