په‌یوه‌ندیپه‌رتووکخانه‌رۆشنبیرییلینکئه‌رشیفنووسه‌رانده‌سپێک

١٤\١٢\٢٠١٠

کەمپین ئاڵای دژ بە ئەپارتاید بەرزڕادەگرێ!

 

خانەقین - باشووری ئەفریقا

ئیمڕۆ یەکەم رۆژی کۆنگرەی لاوان و خوێندکارانی جیهانە لە ئەفریقای باشوور.


لەوێ، لەناو جەرگەی خەباتی سەرکەوتووی دژ بە ئەپارتاید، کەمپینی(هه‌ر ئێستا قوتابخانە بە زمانی کوردی بێتە دامەزراندن) دیسان ئاڵای دژ بە رەگەزپەرەستی بەرزکردەوە، بەڵام ئەمجارەیان هەر لەوێوەوە لەچوارچێوەی هەڵمەتێکی جیهانی دژ بە ئەپارتایدی حکومەتی تورکیا، ئیران و سوریا.. ئەمە رێکەوتێکی مێژووی مەزنە بۆ ناو و خەباتی کوردستانیان...لەوێ لاوان و خوێندکارانی جیهان لە لە پێناو خوێندن بە زمانی کوردی لە کوردستان، قەڵەم بەرزڕادەگرن....


لەپەیوەندییەکی تەلەفۆنی لەگەل سمکۆ رەشید و هەڵمەت کەریم (سەرپەرەشتیارانی کەمپین لە جۆهانسبۆرگ)وتیان: ئێمە دەستمان کرد بە گەیاندنی پەیامی کەمپین بە لاوان و خوێندکارنی جیهان. هەر ئیمڕۆ لە چاوپێکەتنێکمان لەگەل لاوان و خوێندکارانی ئەنگۆلیا، سیاسەتی رەگەزپەرەستی دژ بە مرۆڤی کوردمان روونکردەوەو چۆن منداڵەکانمان بۆیان نییە بە زمانی دایکیان بخوێنن، ئەوانیش دەستبەجێ بۆ پشتیوانی لە داخوازییەکەمان، قەڵەمیان بەرزڕاگرت. ئێمە سوورین لەسەر سەردانی هەموو شاندو حزب و لایەنە بەشداربووەکان و بە دڵنیاییەوە هەموو لاوان و خوێندکارانی جیهان هاریکاری و پشتیوانیمان دەکەن.


سەرکەوتوو بێت خەباتی ئینسانی دژ بە رژێمی ئەپارتەهاید تورکیا، ئیران و سوریا.

 


کەمپینی(هه‌ر ئێستا قوتابخانە بە زمانی کوردی بێتە دامەزراندن)
13\12\2010

 

 

-------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 

 

.Li Maxmûr daxwiyaniya xwedîderketina ziman

DÎHA/MEXMÛR

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi armanca xwedîderketin û di her warê jiyanê de bikaranîna zimanê Kurdî ji aliyê esnaf, mamoste û xwendekar ve kampanyayek bi navê ‘zimanê me rûmeta me ye, zimanê biyanî nepeyivin’ hatibû destpêkirin. Îro ev kampanya bi daxiyaniyekî çapemeniyê ji raya giştî re hate ragehandin. 

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ev demeke bi armanca destek dayîna kampanyaya TZP’a Kurdî ya di her warê jiyanê de xwedîderketin û bikaranîna zimanê Kurdî ji aliyê esnaf, mamoste, xwendekar û ajotvanan ve kampanyayek bi navê ‘zimanê me rûmeta me ye, zimanê biyanî nepeyivin’ hetibû destpêkirin. Di çarçoveya vê kampanyayê de li her kolanê û li deriyê tevahî dukan û kargehan û dibistanan afîşên ser nivîsandî ‘Zimanê me rûmeta me ye. Kesê bi zimanê xwe nepeyive xwe mandel dike’ hatibûn daliqandin. Îro li ser navê Saziya Ziman Perwerde û Hîndekariya Mexmûr û esnafan ev kampanya bi daxwiyaniyeke çapemeniyê ji raya giştî re hate ragehandin.

Îro di saet 10 û nîvan de mamoste, xwendekar û esnafên Wargeha Mexmûrê li ber deriyê Şaredariya Mexmûr civiyan. Xwendekaran pankartên li ser nivîsandî “Ziman çand e, erdnîgariye, beden e. Em li bedena xwe xwedî derbikevin”, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin. Paşî mamoste, xwendekar û esnafên wargehê daxwiyaniya xwe ya nîvîskî xwendin. Daxwiyanî ji aliyê xwendekar Medya Yaman ve hate xwendin. Di daxwiyaniyê de behsa raborî û kevnariya zimanê Kurdî hate kirin û hate gotin ku zimanê kevnarê gelê Kurd ew zimane ku yekem car di Rojhilata Navîn de bûye zimanê wêjeya nivîskî û erênî bandor li zimanên din kiriye. Zimanê Kurdî weke netewa Kurd xwestiye Rojhilata Navîn ji tarîtiyê derbixe.

Di daxwiyaniyê de behsa kiryarê desiladarên Fars û Ereban yên di dirokê bi armanca pişavtinê kirine de tê kirin û tê destnîşankirin ku bi avakirina Komara Tirkiyê re zimanê Kurdî jî ketiye qonaxeke nû yê pişaftin û tunekirinê. Daxwiyanî wiha didome “Komara Tirkiyê baş zaniye ku tunekirina Kurdan bi tunekirina zimanê wan ve gengaz e. Ji ber vê yekê ji bo ji holê rakirina zimanê Kurdî ketina nava hewldanan de. Ziman û çanda me qedexekirine”.

Daxwiyanî bal dikêşe ser 50 salên Komara Tirkiyê û dibêje di van 50 salên Komara Tirkiyê de polîtîkayên pişaftinê yên dewletê zimanê Kurdî anî ber hilweşandinê. Lê belê kesên xwedî wîjdan û yên Kurdîniya xwe ji bîr nekirine li dijê vê rewşê serî hildane û li berxwedane. Di daxwiyaniyê de tê xwestin ku tevahî gelê Kurd, kesên têgehiştî, zana û rewşenbîr ji bo ji qedexeyan rizgarkirin û dewlemendkirina zimanê Kurdî di her qadê jiyan û xebata xwe de bi Kurdî bipeyive û bi Kurdî binivîse.

Di dawiya daxwiyaniyê de wiha tê gotin “Em weke gelê Mexmûrê kampanyaya TZP’ê ya li her çar perçeyên Kurdistanê birêve dibe destek dikin û em dibêjin; zimanê me rûmeta me ye. Ziman çand e, erdnîgariye, beden e. Em li bedena xwe xwedî derbikevin.

Daxwiyanî bi durûşmeyên “Bijî Serok Apo” bi dawîbû.

(EKİP)                  

 

-------------------------------------------------------------------------------------------------------------------

 

دەزگای ناسنامە، کۆرسی زمانی کوردی بەخۆڕایی، لە فینلەند ڕێک دەخا.

 

 


لە درێژەی چالاکییەکانی کەمپینی خوێندن بە زمانی دایک، وەک پشتگیرییەک بۆ کەمپین، دەزگای ناسنامە هەڵدەستێت بە هەڵمەتێک بۆ ڕێکخستن و کردنەوەی کۆرسی زمانی کوردی بەخۆڕایی بۆ مناڵانی کورد لە فینلەند.


تکا لەو دایک و باوکە بەڕێزانە دەکەین کە خوازیاری بەشداریپێکردنی مناڵەکانیانن، پەیوەندی بکەن بە دەزگای ناسنامەوە بۆ وەرگرتنی زانیاریی زیاتر.


هەروەها داوا لە سەرجەم مامۆستایانی زمانی کوردی لە وڵاتی فینلەند دەکەین، ئەگەر ئارەزوو دەکەن هاوکاری و بەشداری لەم هەڵمەتەدا بکەن، لە زووترین کاتدا پەیوەندی بکەن بە دەزگای ناسنامەوە.

ژمارەی تەلەفۆن 0405335376
 

دەزگای ناسنامە

www.nasnama.info  
nasnama2010@gmail.com