په‌یوه‌ندیپه‌رتووکخانه‌ئێمهلینکئه‌رشیفنووسه‌رانده‌سپێک

 

 

Parêzvana mafê mirovan Yuksel Mutlu hate berdan.

 

 

EuroKurd News

 

Endama şerefê ya IHD (Dezgeha mafê mirovan li Turkiyê) û niwênera Meclîsa Aştiyê Yuksel Mutlu, ji aliyê dewleta Turkiyê ve hatibû zîndanî kirin. Xanim Mutlu, li Kurdistanê di gel xebatkarên mafê mirovan li ser buyera li gundê Zangirda Çiyayê Maziyê lêkolînek kiribûn û di lêkolînê de bala raya giştî kişandibûn ser rola xirab ya parêzvanên gundan (korucu).

 

Dewleta Turkiyê ji bo ku Mutluyê bêdeng bike, bi dizî li telefona mala wê guhdarî kiribû û qiseyên telefonê li dijî wê bikar anîbû. Demek bû ku Yuksel Mutlu di zindana Bergamayê de girtî bû.

 

EuroKurd Human Rights-EHR ji bo azadiya wê kampanyek netewî û navnetewî pêk anîbû. Medîa kurdî bi nuçeyên cewaz piştgiriya xwe nîşan dabûn.

 

Belê nûçeya xêrê îro gihişte navenda me. Yuksel Mutlu hatibû berdan. Em hêvîdar in rêvebirê Turkiyê dawî li girtinên wisa bîne û pirsa mafê mirovan li Kurdistanê û Turkiyê cidî bigire.

 

Yuksel Mutlu ji Dersimê ye û keça lêkolînerê nasdar yê Kurd, Haydar Işik e. Malbata Işik ji duhî hetanî nuha hedefa dewleta Turkiyê ne. Di şerê Dersimê de şehîd dane, malê wan îro jî di bin talan û tehdîta dewletê de ye. Dewlet îro jî bi rêya zaniyariyên şaş, interpolê dixapîne û dixwaze bi rêya wan Haydar Işik bide girtin…

 

Gelek spas ji bo xebata Mutluyê. Spas ji bo piştgiriya Medîa Kurdî û tevayê kesên kurd û biyanî ku ji bo azadkirina wê xebitîn.

 

 

 

EuroKurd News – eurokurd.net

info@eurokurd.net