په‌یوه‌ندیپه‌رتووکخانه‌رۆشنبیرییلینکئه‌رشیفنووسه‌رانده‌سپێک

۴\٨\٢٠١٠

Rewşenbîr û  tirs .. !

Hesen şindî  

 

Ez bawerim demê rewşenbîr bitirsê,,hêdî keseke dî nikanê xwe mijolbike bi gorîna sîstema ku heye , çunkê rewşenbîr tenê karê gorankarî di sîstemê da bike ; wê demê heger rewşenbîr bitirsê kêşeyek mezin di civakê de çêdibe û ez bawerim kêşeya paşkewtina tevgera sîyasî û bîrewarî û rewşenbîrî li her neteweyek tirse .

 

 lê belê tirsê ku ez behsê dikim tirsa ji kevin perestîya  civa ta me ye  , , û ev kêşe roj bi roj aloztir dibe ,,

Di  van salna de gelek kes bi zanîna xwe û di cihê xweda rewşenbîrî û dagirtî  nikarîye rastîyê bibêje ,, û zanayin me yan ev hozanvanin li suryê yan li dervaye welat nikarîne  rexneyek wek rewşenbîrin demin sext bidine xuyakirin  , yan destê xwe li ser birînê danin ji bo çareserkirina kêşeyan ,, her kes dixwazê şexsê xwe bide pêş û bi rêya partîya yan tevgera ,, ! lê belê hindik kes hene ne wisane li mixabin şerê wan tê kirin  .

 

em di vê warî behsa rexneyin bîrewarî dikin , yanê ewê peywendiyên wan hene Di civaka kurdistana roj ava de li hemî layekîde , bitaybet yalê siyasî û îslamî yan her girêkek di civaka meda şerê pêşkeftinê dike ..

 

Birastî ez dibînim ku em di vê warîde lawazin ,hendek keseyatî rewşenbîrî  heye lê belê yekîtîya dermankirinê tuneye ,, yanê em zanin dermana civata me ne islametîye û ne partîtîye lê em li ser wê baweryê ne yek girtone ,,

 

Ji ber wê ez dibêjim ku pêwîste em li yekîtîya rewşenbîrî roj avaya kurdistanê bigerin ,, heger sîyaset medar nabin yek û nikarin bi yek bin ,, di bê em wek rewşenbîrin kurdê roj ava bi yek bin û rewşa civata kurdî şirovekin û li civîneke me kombikê bigerin ..

 

û ez bawerim bi yekîtîya rewşenbîrin kurdin suryê em karin tirsê berdin û bê tirs bîrbikin hêdî heger tirs di civakek wek civaka kurdî nemînê bi rastî ê pêşkevê .

 

çunkê civatin pêşketî li ser destê rewşenbîrin ne tirs pêş ket .

 

 

shindijan@yahoo.com