Zarathustra News
Ji
vê heyamek berê me bi riya dezgeha medyayî ya kurdî, bi riya
Zarathustra News'ê li ser hilberîna (produksiyon, întac)
hunera destî ya kurdî, ya ku li ber windabûnê ye, agehiyek
kurt li nav medya kurdî belav kir.
Vê carê jî
em dixwazin li ser xetera bi yekcarî windabûna berhemên
kevnare (antîk) yên kurdî yên li ber talanê,
panoramayek
medyayî ya danasînê amade bikin, da ku bala sazî û dezgehên
kurdî bikişînin ser vî gelş û pirsa millî jî.
Van 11
berhemên kurdî ku wêneyên wan li jêrê ne, li
Tirkiyê
ji hêla fîrmayên antîkfiroş hatibûn kirîn û firotin. Herî
dawî dîsan hatibûn welatê xwe û li Amedê, roja 5.12.2008'ê
ku yek ji roja firotina berhemên kevnare ya bi riya muzayedê
bû. Gava çavê me nûnerên SAZENDEYA PIRTÛKXANE & MUZEXANEYA
KURDÎ ya li STOCKHOLMÊ bi van berheman ket, me yekser li
çavkaniya wan temaşe kir. Me dît ku di nav perçeyên ku
ew
roj ji bo firotinê hatibûn raxistin û berpêşkirin, bi kêmanî
11 berhemên ku cihderka wan welatê Kurdistan bû, derket
holê. Bihayê van her yek ne li biniya hezar dolaran bû.
Em
belavkirina van wêneyan tevlî van agehiyan, ji xwe re wek
erkek kurdewarî ya ji erkên SAZENDEYA PIRTÛKXANE &
MUZEXANEYA KURDÎ dibînin û temamî kurdan ji bo şopandin û
xwedîderketina van berhemên millî dixwazin hişyar bikin.