Text Box:  

په‌یوه‌ندیپه‌رتووکخانه‌ئێمهلینکئه‌رشیفنووسه‌رانده‌سپێک

 

 

 

 

 

Festîvala Fîlmên Kurd li Londonê

Pêşbirka Kurtefîlman a Yılmaz Güney a 2007’an

.Ji aliyê Festîvala Fîlmên Kurd li Londonê (www.lkff.co.uk) ve hatiye rêkxistin

 

Şert û Mercên Pêşbirkê

 

Ev festîval ji aliyê Festîvala Fîlmên Kurd li Londonê (FFKL) ve ji bo bîranîna

derhênerê Kurd Yılmaz Güney tê lidarxistin.

 

      1. Pêşbirka 2007’an ji wan fîlman re vekirî ye ku di salên 2006 û 2007’an

de hatine çêkirin. Kurtefîlmên ku di Festîvalên bihurî yên Fîlmên

. Kurd li Londonê de hatibin nîşandan, nabe ku ji bo tevlêbûnê werin hilbijartin

     2. Pêşbirk ji fîlmçêkerên Kurd û her weha ji wan fîlmçêkerên

 ne-Kurd re vekirî ye ku li ser Kurdan û meseleyên sebaret bi Kurdan xebatên xwe didomînin.

.      3. Endamên Lijneya rêkxistinê û her weha xebakarên FFKL’ê nabe ku di pêşbirkê de beşdar bin.

.      4. Fîlm, serenivîs û jenerîk jî tê de, divê bi ser 30 deqqeyî nekeve.

     5. Kopiyên fîlman di van formatan de tên pejirandin: 35mm / BETA SP / Mini

 DV / DV CAM / DVD. Mixabin ji ber qalîteya wê ya nebaş em nikarin

 fîlmên VHS bipejirînin. (Ji bilî mebestên hilbijartinê). Divê li ser hemû

. qaset û DVD’yan bi awayekî eşkere, navê fîlmçêkeran, navê berhemê, format û dirêjahiya fîlmê hatibin nivîsandin

      6. Divê binenivîsa fîlman bi Îngîlîzî be.

.      7. Divê hemû fîlm heta roja 25ê Kewçêr a 2007’an saet 5ê esr (17:00) gihîştibin ber destê me

      8. Kesek dikare herî zêde bi du fîlman beşdarî pêşbirkê be.

      9. Fîlmên ku berê di pêşbirkên din de beşdar bûne jî dikarin bikevin FFKL Pêşbirka Kurtefîlman a Yılmaz Güney.  

 10. Di encama pêşbirkê de dê sê xelat werin dayîn. (Yekemîn, Duyemîn û Sêyemîn). Lijneya Festîvalê

dê li gor budçeya Festîvalê biryar bide ka xelat dê çi bin

   11. FFKL mafê xwe daparêze ku kutefîlmên beşdar di danasîna pêşbirkê de bikarbîne her

 weha danasîna karûbarên FFKL de nîşan bide.

12. Mafê FFKL heye ku li gor raweya xwe ya misoger, fîlmekê ji ber sedemekê red bike.

  13. Biryara jurî û ya FFKL’ê vebirî ye. Tu nivîsandin an gengeşî sebaret bi biryareke dayî nayê pejirandin.

  14. Beşdar divê bi tenê karê xwe yê resen radest bikin û her weha hevbîr in û piştrast

 dikin ku kopîmafê kesên sêyem bin pê nakin.

  15. Hemû lêçûnên (mesrefên) posta yên fîlman li ser beşdaran in. FFKL heqê posta yê  fîlmên

 ku ji pêşbirkê re hatine şandin nade.

  16. Kopiyên radestkirî ji beşdaran re nayê vegerandin. Hemû kopyayên radestkirî dê di arşîva FFKL’ê de werin parastin.

17 . Hemû lêçûnên ji bo tevlêbûna FFKL dê li ser beşdaran be. FFKL bi tenê dikare karteke

 mêvanan bide ku pê dikarin bernameya festîvalê temaşe bikin.

18. FFKL ji ber wendabûn, zirardîtin yan jî derengketina fimên beşdar tu berpirsiyarî napejirîne.

  19. FFKL li ser navê beşdaran xwedî maf e ku danasînan peyda bike, belav bike. Beşdar

 bi tevlêbûna pêşbirkê dipejirînin ku di .çarçoveya pêşbirkê de bi awayekî

 rêkûpêk di danasînê de cih bigirin

 20. Hemû lêçûnên çêkirina Kurtefîlman li ser beşdaran in û FFKL nikare tu lêçûnên çêkirina fîlmeke beşdar bide.

  21. Divê di fîlman de zimanekî çêrbaz, dîmenên eşkere yên têkiliya cinsî û dîmenên ku temaşevan

 pê biqehirin nebe. Kurtefîlmên ku tê de heqaret û mustehcenî, şîddeta eşkere yan jî

 bilindkirina pêşdarêzên etnîk, olî yan nîjadî hebe dê werin redkirin.

  22. Divê beşdar garantî bikin ku hemû tevkariyên bo fîlm yan qeydên din û materyalên kopîmafî

 (muzîk jî tê de) ku di nav fîlm de ne, li gor mebesta Pêşbirkê û li gor van şert û mercan in.

  23. FFKL ji ber xerab bikaranîna mafê xweditiya entellektuel tu berpirsiyarî napejirîne.

  24. Pejirandina van şert û mercan ji bo beşdariyê şert e û wergirtina fîlmekê ji aliyê FFKL’ê tê wateya

 pejirandina van şert û mercan.

 

FFKL PÊŞBIRKA KURTEFÎLMAN A YILMAZ GÜNEY

FORMA SERLÊDANA FÎLMÊN NAMZET

 

 

AGAHÎ SEBARET BI BEŞDAR:

 

DERHÊNER:

 

NAVNÎŞAN: 

 

BAJAR: 

 

KODA POSTAYÊ:

 

WELAT:

 

HEJMARA TELEFÛNÊ:

 

HEJMARA TELEFÛNA DESTÎ:

 

E-NAME:

 

MALPER:

 

AGAHÎ SEBARET BI FÎLM:

 

Nav:

 

Drêjahî:                      Saet:                 Deqîqe:                        Saniye:

 

Roja qedandinê:

 

Format: 

 

Zimanê Resen ê Fîlmê:

 

TIKA YE DIGEL VÊ FORMÊ EWANÊ LI JÊRÊ RÊZKIRÎ JÎ BIŞÎNÎN:

            Sînopsîseke kurt a fîlmê •

             Rabirdûya Nîşandana Perde •

            CV ya fîlmçêker •

 Herî kêm 3 dîmenên bêdeng JPEG / PDF / TIFF jî li ser CD/ DVD’yeke cuda

 

 

MIN XWEND Û EZ TEGIHÎŞTIM MERCÊN SERLADANÊ

 

Îmze:                                                               Berwar: